Dengbêj û dilsewitiyê Kurdistanê Mihemed Sêxo...Ev navê he li her derê Kurdistanê bi dilsozî tê bîranîn. Ji ber ku M. Sêxo jiyana xwe tevek bo serxwebûna Kurdistanê borand. Mixabin, wî serê xwe bi kûl û xeman ve danî... Wî Kurdistana xwe ya azad nedît... Ev yeke weke birînekê ma di dilê wî de... Heyf û sed mixabin..
Mihemed Sêxo di sala 1948´an de li gundê Xecokê, bajarê Qamislo, Kurdistana Suriyê hate dinê. Cû dibistanê, heya sinifê 9´an xwend. Pistre mala bavê wî cihwarî Qamislo bû. Sala 1969´an wî berê xwe da Beyrûdê, Lubnanê û li wir di Navenda Xwendina Muzîkê de dest bi xwendina muzîkê kir. Li wir, wî bi stranên xwe yên kurdî besdarî gelek konsertan bû.Sala 1972´an berê xwe didê Qamisloka xwe û li Rimêlan, li navenda petrolê dest bi kar dikê. Di eynî caxî de M. Sêxo bû serokêKomika Muzîkê. Sala 1974´an M. Sêxo berê xwe didê Kurdistana Iraqê û li ba rehmetiyê Barzaniyê Nemir heya sikestina soresê dimînê. Pistre ew jî mîna hemu Kurdên li wir mecburî derketinê dibê û derbasî îranê dibê. Li wir ew dibê mamostê zimanê erebî. Ji wir jî dizewicê.
Û sala 1983´an careke din ew divegerê Qamisloka xwe ya rengîn. M. Sêxo jiyana xwe tevek bi hêviya yekbûna Kurdan, azadkirina Kurd û Kurdistanê borand. Di hemu gotinên stranên wî de felsefeyek Kurdistanî heye. Her gotineke wî dihêlê ku yek bi kûr, dilkûlî û bi evînî li ser rews, dîtin û karûbarên me Kurdan bo Kurdistanê biponijê û em ji xwe re, di ber xwe de hem eskere hem jî di dilê xwe de bigirîn, rondikan (hêsîran) bibarênin...
Bi kurtî di her gotineke M. Sêxo de cirûskek azadiyê, dilopek jiyanê, pêsmergeyek bênav heye...Gotinên wî li ser mirov disidînin ku mirov bibê insaneke pak, Kurdistanî, dilsoz û dilxwazê hevûdu, yên mirovan, mirovatiyê... Ew, di hemû stranên xwe de -cendî ku bi eskere nagirî- lê ew di dilê xwe de bo me hemu Kurdan digirî, dinalê... Ew xwes pê dizanê ku em Kurd di ci hal û pergalî de ne. Bo vê yekê jî ev yeke hertim axînek bû bo dilê wî yê birîndar e... Gava yek guhê xwe bidê stranên wî, divê mirov bala xwe bidê ne hema hevoka, meqamê stranê, lê divê yek xwes bala (dêhna) xwe bidê gotinên wî. Ji ber ku her gotinek wî hevokeke (cumleyeke), rûpeleke, pirtukeke, pirtukin, helbestin...Her gotineke wî Kurdistaneke...
Lê sed mixabin dilsoz û evîndarê Kurdistanê M.Sexo jiyana xwe tev bi feqîrtî, bê peretî; jiyaneke bi kûl û elem derbas kir. Carna nanê rojê di mala wî de nebû û ev yeke bala kesî ne kisand. Wî alikariyek ji dil û can ji aliyên me Kurdan ve ne wergirt. Hertim mirov digot ...ciqas dengê wî xwes û sêrîn e, lê belê kesî ne digot ...gelo ma M Sêxo cawa dijî ?, nanê wî yê rojê heye yan na?. Ez xwes bawerim ku me Kurdan M Sêxo gelek fêhim kiriyê, lê belê me li pêsberî wî wezîfa xwe pêk ne aniye? me di aliyê wî de gelek xemsarî, kêmsarî kiriye. Halbûkî wî jiyana xwe tevek bo qenciya me borandiye...
Dilê M Sêxo di destpêka adara 1989`an de ji hemu kûl û derdan êsa û ew kete di nexwesxana Qamisloka bavûkalên xwe de... li gor saloxan li wir ew bêguhdarî ma, ango ji qestî alîkariya wî ne hate kirin da ku ew vê dilesê, kirîza dil, derbas nekê. Cend rojan ew bi vê ês û jana dilê xwe ve jiya jî. Dilê wî yê xemgîn li ber xwe dida ... Li gor gotinan ku desteke hukumeta Surî di mirina wî de hebû, ango wan nexwestin, yan jî ne hêlistin ku bi awayekî aktîf dilê wî derman bikin, da ku wî ew kiriz bikariya derbas bikiriya. Û ez bixwe xwes bawerim ku rastiyek mezin di van gotinan de heye...Ji ber ku dijminên me Kurdan bi hemu reng û awayan di xebitin ku me biêsînin, bindest bikin, bêcek bihêlin û bo vê cendê jî mirina M Sêxo jî nimuneyek ji hezar nimuneyan e...
Û di 9´ê adara 89´de wî dilê reben, dilkûlê Kurdistanê hew karî li ber xwe bidê û sed mixabin wî dilê birîndar jî cavên xwe bo hertim dada... Gava em îro 8- saliya bîranîna dilevînê Kurdistanê Mihemed Sêxo dinivîsin, emê wek herdem gotin û sîretên wî bo xwe weke cirûskek bo ronîkirina rêya azadiya Kurd û Kurdistanê bibînin. M Sêxo hertim di dilê me de jiyaye û heta em Kurd hebin jî wê ew hertim bijî jî...