- - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - - -
Min Dil Spartî Qederê
Şûr awirê, dil gawirê
te dil daye vê keserê
çima nayê, li ber pençê
dîsan bankin ey dilberê
sitemkarê, bejin darê
ev ne karê meyî berê
carekwere, dîsan here
ta êş û kovan bên derê
temaşakim li wê bejnê
kenîn ji lêvan perwerê
te ey dame, dil wek came
şkandî cerg û hinerê
yane bêje, min kir gêje
li axîna min bû kerrê
tebat nayê, ketim tayê
bê hedanim li vêdeverê
ji ber vê qîr, mane bê bîr
bûye mara li qamirê
nakî guhdar, bûyê êvar
hîjî bandikim dîlberê
gazin u lav. li ber delav
min dil sparî qederê
Helbest: Arsevê Oskan
28.01.1994