Tahsîn Taha:
Hostayê strana nûjen û meqama berfireh
(1941 Amêdî - 28.05.1995 Holland)

Hunermendê nemir Tahsîn Taha di sala 1941an û di nava mal-
bateke nîv hal xweş de li Amêdîka Behdînan hat dinê.Navê dayika
wî Xurbet e û Taha Mihemdê bavê Tahsîn jî ku Karmendeki dew-
letê bû zû pêhesiya ku ji nava çar kur û pênc Kçên wî Tahsîn di
hinek warên civakî û hunerî de xwediyê taybetmendtiyê cudaye
Ji Salê 1960an û Tahsīn Taha bi awayekī berfireh dest bi
karê xwe yê hunerī Kir. Di destpêkê de bi karê şanogeriyê ( līstik-
wanī û sinaryonivīsandinê)  derket pêşberī gel. Lê Tenê bi karê şanoyê
têhnatiya wī ya ji bo hunerê nedişikiya û dīsan jī vegerī ser dengê
xwe û xwest bi strīnê vī karê ku hamû evīna wī bû, bidomīne.
Evīna Tahsîn ya ji bo doza Kurdistanê tiştekî eşkere û sirûştî bû, lê
ewê çawa vê evīnê bike evīneke zindī û ji ava dilê xwe derxīne û
bide kefşkirin?! Ewê çawa vê evīnê bi gelê xwe re parve bike?
Tahsîn Taha bi helbesta nû ku bi navê helbesta Îro" jî dihat
naskirin dest bi,, Strana Kurdî ya nû,, kir.
Tehsîn Teha di Hêrêma Behdīnan de yekemīn kes bû ku bi away-
kī nûjen strana kurdī ya nû bi awazên nû da destpêkirin. Nemir
Şemal Sayīb bu herêma Soran û Tahsīn Taha li herêma Beh-
dīnan ya başurê  Kurdistanê wek serkêşên ve destpêka dīrokī tên
naskirin.
Tahsin Taha di hemû stranên xwe de bi awayekī nihīnī mesajên
xwe yên Kurd perweriyê dide xuyakirin. ,, Bihêre Distar, Milletê
me nemire, Xewin, Newroze, Ay Felek, Xalxalokê, Behdīnan,
Mala me li serê mihelê,, û bi dehan stranên nemir Tahsīn Taha tev
jī xwediyê mesajên siyasīne ku her yek pişçêbûna rûdanekê di
Kurdistanê de hatiye çêkirin.
je sala 1991an û pêde başûrê Kurdistanê ket destê Kurdan, Tahsīn
Taha ji ber êş dil xwest xwe bigehīne Ewropa. Ew bi hizar hesret
û xwezīyan ku rojekê yê bi dilekī saxöem vegere Amêdīka bedew û
keynar, xwe gehnad welatê Hollanda, lê penaberiya wī nehat pe-
jirandin. Êşa dil roj bi roj ew digûvişand û mixabin ew bêkes û
xwedī, li dûrī Kurdistanê di roja 28.05.1995an dilê Tehsīn Teha ji
lêdanê sekinī.
Tahsīn di kasêtskê de ku ji xanima xwe (Hebībe) û her çar kurên
xwe (Vehêl, Gelvan, Warvan û Dīrhat) ji welatê Hollenda şandibû
Amêdiyê wiha dibêje; ``Daxwaza min ya herī pêşīn serxwebûn
neken. Ger ez rojekê mirim min li axa Kurdistanê veşêrin. Lê
beriya veşartina min li goristana Amêdiyê ava,, Kaniya Mala``
li laşê min bireşīnin û piştire min di nava dilê axa Kurdistanê
de veşêrin...
- Bi geştī Tahsīn Taha xwediyê 8 kasêtane ku bi zêdetir ji sed
stranên siyasī û folkilorī têde cih digirin.
Rabe Cotyar
Rabe Cotyar dê hilo rabe
Beçīne erdê çol û beyar
Berê ji destê hewe cotyar
Xelkê hemya nanê xwe xwar
Hûn bikin gelī cotyara
Tovī bavên van beyara
Erdê weye yê kesī nīne
Nede ne bi zilamê cara

Evan derdaw evan hala
Paşve bir bûyin gelek sala
Derdê nayī li nav me name
Em nemayin coryarê dema

Hema li nav erdê xwe şul ket
Nanê hemya dê peyda ket
Ca zarokêd me azad ken
Dê zarokêd me azad ken